Li Wanê 2 otobûs wergeriyan: 24 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser rêya serekî ya navbera parêzgehên Bedlîs û Wanê yên Bakurê Kurdistanê şeva derbasbûyî du otobûs wergeriyan û di encamê de 24 kes birîndar bûn.

Derengê şeva borî tîmên Nexweşxaneya Wanê hatin agahdarkirin ku du otobûs li ser rêya serekî ya navbera Bedlîs-Wanê wergeriyane. Herdû otobûs taybet bûn bi veguhestina geştyaran û ser bi herdû kompanyayên Best Van û Vangolu bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin sedema wergerîna wan basan barîna berfa zêde û mij û moran bûye.

Bûyer li navçeya Gevaşê nêzîkê peravên Gola Wanê qewimiye. Herdû otobûs di dû bûyerên cuda de wergeriya ne û ti peywendiya wan bi hev ve nîne, lê nêzîkê hev bûne.

Di wan herdû bûyerên trafîkê de 24 kes birîndar bûn. Birîndar bo nexweşxaneyên wan, Tetwan û Bedlîsê hatin veguhestin. Li gor axaftina pizîşkên wan nexweşxaneyan rewşa tendirûstî ya birîndaran baş e.

Her ji ber barîna berfê ya berdewam û mij û moranê, rêyên navbera Tewan-Wan û Bedlîs-Wanê bo demekê hatin girtin. Sê roj e pêleke berfê Bakurê Kurdistanê li xwe girtiye û rêyên gelek gund û navçeyan jî hatine girtin.