Zarokeke Kurda Êzidî piştî 6 salan gihîşt malbata xwe

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurda Êzdî ya bi navê Sonya Xelîl ku 10 salî ye û di sala 2014an de ketibû destê çekdarên rêxistina DAIŞê, piştî şeş salan hat dîtin û bo malbata xwe hat vegerandin. Sonya Xelîl niha ne kesê ji malbata xwe nas dike û ne Kurdî di bîra wê de maye.

Sonya Xelîl di sala 2014an de li Şingalê ketibû destê DAIŞê. Ew zarok li cem malbateke Tirkmen li aliyê rastê yê bajarê Mûsilê hat dîtin û jinekê ew zarok aşkere kir.

Bi biryara dadwer, zaroka Kurda Êzdî Sonya Xelîl radestî mala bê semyanan li Mûsilê hat kirin. Wê zarokê zimanê xwe yê dayikê, zimanê Kurdî ji bîr kiriye û bi Erebî diaxive.

Zerîf Elo xalê Sonya ku wî ew ji mala bê semyanan wergirt, diyar kir ku dayik, xwîşk û du birayên Sonya li welatê Kanadayê ne, lê çarenivîsa bav û xwîşka wê ne diyar e ku ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin.

Sonya Xelîl ji Rûdawê re got, “Berî min bibin mala bê semyanan ez li maleke DAIŞê bûm û hatim rizgarkirin. Ez niha ligel kesûkarên xwe me, dayîk û xwîşkên min li Kanadayê ne, ez dixwazim herim ba wan.”

Rêvebera mala bê semyanan li Mûsilê, Sekîne Mihemed jî  got ku piştî wê wêneya zaroka han li ser hesaba xwe ya facebooke belav kir, derket ku malabata wê heye û dayik û birayek û du xwîşkên wê hene û niha li Kanadayê dijîn. Bi gotina wê rêveberê, ew ligel malbatê di peywendiyê de bûn û wan hewl dida ku ew zarok ji bo nav malbata xwe bihê vegerandin.

Sekîne Mehmûd da zanîn ku wan her zû wêneyên wê keçê belav kirin, malbata wê bi wê yekê zanî ku ew keça wan e.

Li Mûsilê du tîm hatine pêkanîn, ji bo ku lêgeryan û lidûvçûnan bo keç û jinên Kurdên Êzdî yên revandî bikin, ku di êrîşa Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin.

Rêveberiya parêzgeha Mûsilê serpireştiya wan du tîman dike.

Hejmarek ji xelkê Mûsilê hene ku bi nihênî li nav malan û bazaran digerin, daku keç û jinên Kurdên Êzdî bibîninû radestî kesûkarên wan bikin.

Di sê salên bihorî de 101 zarok û jinên Kurdên Êzdî bi rêyên cur bi cur li nav bajarê Mûsilê hatine dîtin û bo nav malbat û xizmên xwe hatine vegerandin.

Li gor komîteya lêgeryan û lidûvçûna windabûyan, tê texmînkirin ku hêj nêzîkî 200 jin û zaorkên Êzdî li qezayên Til Efer û Beac ên Mûsilê mabin.