Li Merîwanê grevek li dijî kuştina kolberan birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Biryar e îro li bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê weke nerazîbûnek li hember kuştina kolberan û herwiha rewşa wan a xerab grevek birêve biçe.

Li gor zanyariyan îro li bajarê Merîwanê, dukan û bazar nayên vekirin. Çavkaniyekî ji Merîwanê ji Rûdawê re ragihand, ew grev ji aliyê ti navend an rêxistinekê ve nehatiye sazkirin û diyar kir ew rasterast ji aliyê xelkê ve tê birêvebirin.

Ev piştî wê yekê hat ku du birayên kolber ên temen 14 û 17 salî, çend roj berê li bilindahiyên gundekî Merîwanê di rêya kolberiyê de ji ber sermayê canê xwe ji dest dabûn.

Cîgirê yekem ê serokomarê Îranê Îshaq Cehangir jî derbarê bûyerê de ragihandibû ku divê hikûmet rewşa jiyana malbata wan herdu zarokan baş bike.