Termê Prof. Dr. Cemal Nebez li Silêmaniyê hat veşartin
Silêmanî (Rûdaw) – Li Mizgefta Ehmedê Hacî Elî nimêja cenazeyê ya Prof. Dr. Cemal hat kirin û termê wî ji wir ber bi goristana Girê Şêx Marif hat veguhestin û li wir hat veşartin.
Piştî ku li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê pêşwazî li termê Prof. Dr. Cemal Nebez hat kirin û ji wir ber bi Silêmaniyê hat birêkirin, termê wî gihişte Silêmaniyê û ji aliyê parêzgar û çendîn kesayetên olî û rewşenbîrî yê parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.