'Goristan xera kirin û hestiyên gerîlayên PKKê birin Stenbolê'

Hewlêr (Rûdaw) – Hemwelatiyekî ji bajarê Bêdlisê yê Bakûrê Kurdistanê ragihand, ku hêzên ewlekariya tirkiyê goristaneke PKKyiyan xerakiriye û cenazeyên 267 gerîlayan ji bo Saziya Dadî ya Pizîşkî ya Stenbolê hatine şandin.

 

Hemwelatiyekî bi navê Lezgîn Bîngol li ser hesabê xwe yê tora civakî ya facebookê ragihand, ku piştî gotegotên li ser xerakirina goristana PKKyiyan belav bûye, roja  18ê Kanûna 2017ê wî ji Walîtiya Bedlîsê xwestiye serdana gora keça xwe bike.

 

Li gorî gotina Lezgîn Bîngol, ku tirba keça wî ya bi navê Dîlan Bîngol jî li wê goristanê hatibû veşartin, roja 19ê Kanûna 2017ê jendermeyan ew agahdar kirine, ku hestiyên 267 tirbên wê wê goristanê bi fermana dozgeriyê hatin derxistin û ji Saziya Dada Pizîşkî ya Stenbolê re hatine şandin.

 

Lezgîn Bîngol dibêje: “Roja 20ê Kanûnê çûme serdana gora keça xwe ya li goristana gundê Yûkari Olekê. Lê  gora keça min ne li cihê xwe nebû. Gor hatibû xerakirin û hestiyên wan jî hatibûn derxistin.”

 

Bîngol da xuyakirin, ku roja dotir wê serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê kirye û got: “Me termê wê ji Saziya Dada Pizîşkî ya Rihayê wergirtibû û li wê goristanê veşartibû. Li ser veyê ez û hevjîna xwe hatine dadgehkirin. Tevî ku nasnameya keça eşkere tê zanîn, birina cenazeya wê nayê qebûlkirin. Xuyaye ku dozeke dûrûdirêj li pêşiya me ye, ku em mafdar in."











 

Nivîsîn: Necmî Salih