Karayilan: Eger xweserî neyê qebûlkirin emê ji Tirkiyê veqetin!


Hewlêr (Rûdaw) – Endamê encumena serokatiya PKKê Murad Karayilan gef li Tirkiyê xwar û got, eger dewleta Tirk “xweseriya Kurdan” qebûl neke wê çaxê kurd jî dê neçar bimînin ji Tirkiyê veqetin. 

Murad Karayilan, ji rojnameya Ozgur Polîtîkayê re axivî û li ser rewşa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê daxuyanî da.

Karayildan derheqê şer û aloziyên ku li hinek bajar û navçeyên Bakurê Kurdisitanê diqewime, got, berxwedana ku îro li Cizîr, Silopî û Sûr û Kurdistanê tê kirin, ji bo xatirê xweseriya demokratîk e. dewleta Tirk “dibêje hêzên PKKê daketine nav bajaran û em şerê wan dikin” Lê ne wisa ye çimkî hîn hêzên me daneketine nav bajaran. Eger lazim bû emê wê jî bikin.

Karayilan behsa sîstema xweseriyê jî kir û got, xweserî ji aliyê rêberê PKKê Abdullah Ocalan ve hatiye destnîşankirin. Xweserî ne parçebûn e, bi hev re jiyan e. Ne yekîtiya mecbûrî lê yekîtiya jidil e.

Wî rayedarê PKKê anî ziman ku sebra gelê kurd ne bi qasî sebra Hz. Eyûb e û got, çimkî rê û alternatîfên din ên gelê kurd heye. Eger Xweseriya Demokratîk bi temamî red bikin û mirovên ku vê yekê dixwazin, ten bikin, hingî emê jî li cihêbûnê bifikirin.

Murad Karayilan diyar kir ku Tirkiye çawa statûya Başûrê Kurdistanê û mafên kurdên wir qebûl dike divê mafên kurdên Bakurê Kurdistanê jî qebûl bike û wiha axivî:

“Erdogan û rêveberiya AKPê statûya Başûrê Kurdistanê qebûl dikin. Bi qasî ku em dizanin li dijî serxwebûnê jî dernakevin. Divê ji bîr nekin, çi mafên 6 milyon kurdên wir hebe, 20 milyon kurdên li Bakurê Kurdistanê jî xwedî heman mafan in. Lewma êdî nikarin ji heqîqeta gelê me birevin. Heta ku Rêber Apo azad nebe, xweseriya kurdan neyê naskirin, ne pêkan e ku yekîtiya li Tirkiyê pêk were û şer bi dawî bibe. Ev yek rastiyek e.”

Karayilan her wiha anî ziman ku heta Ocalan neyê berdan û xweseriya gelê kurd li Bakur neyê qebûlkirine, ti çareseriyek li Tirkiyê pêk nayê.