SÊWAZ - Mamosteyek di nav êgir de ma û mir
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê agir bi dersxaneyekê ket û mamosteyek mir.
Li navenda Sêwazê agir bi avahiyekê ket ku teqebên wê yên jêr karxane bûn û tebeqa serî jî dersxane bû.
Kesên li derdorê dît ku agir avahiyê dide ber xwe û wan xeber da tîmên agirvemirandinê.
Tîman agir vemirand lê rastî termê mamosteyê bîrkariyê Cafer Başar Bulutê 47 salî hatin.
Hat zanîn ku Cafer xwediyê dersxaneyê ye û carinan li wê derê radize.
Tîmên tenduristiyê termê wî veguhast morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Sepanan a Xizmetên Tenduristiyê ya Zanîngeha Cumhuriyetê.
Hat zanîn ku şewatê xisar gihandiye avahiyê.