‘Efserekî Sûriyeyê’ fêl li hejmarek Kurdên ji Rojavayê Kurdistanê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Pereyên 2 salên karê wî li ser vê cadeyê, bi xap û fêlên efserekî Sûriyeyê ji dest çû.

Xelîl xelkê bajarê Kobaniyê ye û 11 sal in li Hewlêrê dimîne.

Ew mektûmekî ji Kobaniyê ye, wate bê nasname ye.

Wî dixwest nasnameya ku bi salan e jê mehrûm maye bi pereyan bi dest bixe lê li gorî ew dibêjê bi xap û fêlan 2 hezar dolar ji dest da.

Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Xelîl Elî anî ziman:

“Birayê wî li vir bû got, birayê min li Sûriyeyê efser e û kesên pêwîstiya wan bi derxistina hin belgeyan be ji wan re çêdike.

Ez mektûm im ku ji min re belgeyên min çê bike û yên zarok û malbata min çê bike. Tiştek ji min re çênekir.”

Îbrahîm jî bi hezar dolarî kete xefka heman efserî. Wî jî berî salekê ji wî kesî xwestibû ku pasaporta wî derxe.

Îbrahîm dibêje, wî efserî ji wan re gotiye ku ew ji Cebheya Sûriyeyê ye û ji Elewî ye ku ji heman mezheba Serokê Sûriyeyê ye.

Wî gotiye destê wî digihêje nava dezgehên ewlehiyê yên Sûriyeyê lewma Îbrahîm baweriya xwe pê aniye û ketiye heman xefkê.

Penaberê ji Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Mistefa jî got:

“Ji me re belgeyeke malbatî çêkiriye lê destê xwe daniye ser, min jê re got tiştek diyar nake di wir de, wêneyekî zelal ji min re bişîne.

Wî got niha ne li cem min e, ez û ji te re bişînim.”

Cara dawî ku wî efserî pêwendî bi Îbrahîm re danî 29ê meha Çiriya Pêşînê bû.

Wî bi WhatsAppê deng jê re şandiye û ji wê demê ve ew hejmar girtî ye.

Efserê Cebheya Sûriyeyê di dengê ku şandiye de gotiye:

“Ez li şaşîtiya xwe mikûr têm lê Xwedê şahid e Îbrahîm ku şaşîtî ne ji min e.

Ez dizanim ku min belgeyên te çênekirine lê kesekî sêyem di vê meseleyê de heye û wî kar rawestandiye.

Wî kesî ez jî xapandim lewma niha nizanim çi bikim. Bi rastî min jê re gotiye ku Îbrahîm kesekî merd e û pere ne xema wî ye.

Heqê te li ser min e û ez li şaşîtiya xwe mikûr têm.”

Bi gotinên Îbrahîm û Xelîl wî efserî herî kêm fêl bi nêzîkî 6 hezar dolar li 7 kesên din jî kiriye ku ew wan nas dikin.

Lewma ew bêhêvî ne ku efser pereyê wan vegerîne yan jî soza xwe bicih bîne.

Armanca wan ew e ku bibin dersek ji xelkê re, ji bo ku nekevin xefk û davên bi vî rengî.