Di dawetê de kur û dayîk di navbera saetekê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Arende ya Meletiya Bakurê Kurdistanê, welatiyê bi navê Mustafa Gurbuz di dema govendê de, bi celteya dil canê xwe ji dest da û piştî saeteke din dayîka wî Nezîk Gurbuz jî ji ber xeman celta dil derbas kir û canê xwe ji dest da.

Li Taxa Yenice ya navçeya Arende ya ser bi Meletî ve Mustafa Gurbuz ê 56 salî di dema govendê de rewşa wî xirab bû û ket erdê.

Mustafa Gurbuz ji aliyê mirovên wî û kesên derdorê ve bo Nexweşxaneya Hulusî Efendî ya Derendê hat veguhestin. Li nexweşxaneyê hat zanîn ku Mustafa Gurbuz tûşî celteya dil bûye û tevî midexaleyên bijîşkî ji mirinê rizgar nebû.

Dayîka Mustafa Gurbuz, Nezîk Gurbuz a 78 salî piştî ku bihîst kurê wê canê xwe ji dest daye, piştî saetekê wê jî li malê celta dil derbas kir û bo nexweşxaneyê hat şandin, lê ew jî tevî hemû midexaleyan ji mirinê rizgar nebû û li nexweşxaneyê koça dawî kir.

Kur û dayîk li goristana taxê li kêleka hev hatin spartin bo axê.