Hulya Avşar serdana penaberên Kobanî kir

 

Pirsûs (Rûdaw) – Hunermenda kurd a Tirkiyeyê Hulya Avşar, li navçeya Pirsûsê ya Rihayê serdana penaberên Kobanî yên ji ber şerê DAIŞê reviyane, kir. Avşar alîkarî bi ser wan de belav kir.

 

Hulya Avşar îro di çarçoveya kampanyaya alîkariya Komeleya Jinên Karsaz a Tirkiyeyê de çû navçeya Pirsûsê ya Rihayê û serdana kampa penaberên Kobanî ya nêzîkî sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê kir.

 

Di wê serdanê de Seroka Komeleyê Nîlûfer Bulut, endamên rêveberiya komeleyê Kezban Hatemî û Demet Sabanci, Parlamentera Rihayê ya AKPê Zeyneb Sarahan Uslu jî hevaltiya Avşarê kirin.

 

Hulya Avşar li nav kampê de daxuyanî da û wiha got: “Ez hatim vir min tiştên cuda dît. Ez ji wan kesên ku dibêjin ‘çi karê wan li vir heye’ re dibêjim ku ew jî ji vê rewşa xwe razî nînin û ji wê yekê kêfxweşî nînin ku mal û warê xwe berdane û hatine vir.”

 

Avşar her wiha anî ziman ku dema bi zarokên penaber re axivîne zarokan ji wan re gotine “emê di nav çend rojan de herin malên xwe”.

 

Parêzer Kezban Hatemî jî diyar kir ku ew ji bo wê çûne dîtine penaberan da ji wan re bêjin: “Tengasiyên we tengasiyên me ne, êşên we êşên me ne.”

 

Hatemî bang li mirovên hişyar jî kir ku berê xwe bidin kampan penaberan û bi wan re eleqedar bibin.