MÊRDÎN - Zeviya Morikan tê kolan: 12 hezar salî ye

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê li şûnwareke ku vedigere berî 12 salan lêkolîn tên kirin.

Zeviya Morikan li gundê Germavê yê navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ye.

Zeviya Morikan navê xwe ji morikên ku hatine dîtin standiye û rûberê wê nêzîkî 2,5 hektaran e.

Rêveberê Çand û Geştyariyê ya Mêrdînê Ayhan Gok got:

“Ev kolandina ku bi biryarnameya Serokkomariyê dest pê kiriye niha ketiye çarçoveya Projeya Mîrateya Siberojê ya Wezareta Çandê.

Ev tê wê wateyê ku di warê aborî de wezaret dê piştgiriyeke zêde bide.

Eger şert û mercên avhewayê rê bidin em dê 12 mehan kolandinê bidomînin.”

Li gorî berhemên ku heta niha hatine dîtin, dîroknas texmîn dikin ku ne tenê di Serdema Neolîtîk de beriya wê jî ku wekî Serdema Dereng a Epîpaleolîtîk tê binavkirin Zeviya Morikan bûye cihê mayîna mirovan.

Serokê Kolandinê Ergul Kodaş jî li ser Zeviya Morikan anî ziman:

“Di encama kolandinê de hejmareke zêde ya avahiyên giştî ku wekî îbadetxane tên binavkirin, zêdeyî 200 skelet û zêdeyî 200 hezar morikî hatine dîtin.

Li gel wan tiştan berhemên wekî gopalên ji kevir, sênîk û hestî yên wê serdemê jî derketine.”

Li parêzgeha Mêrdînê ku dîroknas dibêjin mazûvaniya 25 şaristaniyan kiriye di sala 2008an de Zeviya Morikan hatibû tespîtkirin.

Birêvebiriya Muzexaneyê ya Mêrdînê sala 2012an di çarçoveya Projeya Bendava Germavê û HESê de li herêmê kar û xebat dan destpêkirin.

Her wiha sala 2021ê jî bi biryarnameya Serokkomariya Tirkiyeyê Zeviya Morikan ketiye statuya kolandinên biberdewam.