MÊRDÎN - Kurdîxane Akademî li benda xwendekarên Kurdî ye

Mêrdîn (Rûdaw) - 24 mamosteyên zimanê Kurdî yên ku nehatine tayînkirin li Mêrdînê dibistana perwerdeya Kurdî Kurdîxane Akademî ava kir.

Mamosteyên Kurdîxane Akademiyê li benda xwendekarên Kurdî ne.

Di bin banê Kurdîxane Akademiyê de dê kursên zimanê Kurdî yên online û rû bi rû jî werin dayîn û li kêleka Kurdî dê heft zimanên biyanî jî bên fêrkirin.

Avakarên Kurdîxane Akademiyê û mamosteyên wê dibêjin ew dixwazin di nava salekê de herî kêm 500 kesî fêrî Kurdî bikin.

Kurdîxane Akademî di heman demê de dê wekî pirtûkxane û kafe jî di xizmeta dildarên Kurdî de be.

Kesên ku bixwazin beşdarî kursên zimên bibin, dikarin pêwendiyê bi Kurdîxane Akademiyê re dayînin û yan online an jî rû bi rû beşdarî kursên wê bibin.

Siyasetmedar, mamosteyên Kurdî, xwendekarên beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Mêrdînê û xelkê Mêrdînê tevlî merasîma avakirina Kurdîxane Akademiyê bûn.

Yek ji avakarê Kurdîxane Akademiyê Yûsif Bextewar wiha got:

“Bi awayekî fermî me serlêdana xwe li Birêvebiriya Perwerdeyê kiriye û em dê dersan bidin.

Ew jî dê bi vî rengî be û ew kesên ku kursa xilas kirin dê di bin banê Navenda Perwerdeya Gel de sertîfakayê jî bistînin.”

Xwendekarê beşa zimanê Kurdî yê bi navê Serhat Yildirim diyar kir, armanca wan ew e ku di nava saleke de 500 kesî fêrî xwendin û nivîsandin û axaftina Kurdî bikin.

Mamoste û avakarê Kurdîxane Akademiyê Yûsif Bextewar dersa yekem da û di dersê de behsa girîngiya zimanê dayîkê kir.

Beşdarên merasîma Kurdîxane Akademiyê jî amaje bi netayînkirina mamosteyên Kurdî kirin.

Her wiha li hemberî asîmilasyonê behsa xebatên Kurdî kir û avakarên Kurdîxane Akademiyê pîroz kir.

“Ev xebat girîng in”

Mamosteyê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Prof. Dr. Hayrullah Acar jî da zanîn:

“Xwendekarên me yên ku Kurdî xilas kirine heta niha di nava qadên perwerdeyê de cihê xwe negirtine.

Carinan pêwîstiyên bî vî rengî rêyên nû û teşebusên şexsî vedibin.”

Mamosteyê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Doç. Dr. Kenan Subaşi jî anî ziman:

“Bi rastî di jiyana rasteqîn de Kurdî di bin xetereyeke mezin de ye.

Cihekî wiha ji bo hişyarkirinê ji bo vî xemî girîng e, ev jî yek ji wan xebatan e ku di qada sivîl da hatiye kirin.”

“Lazim e mamoste li dibistanan bin ne li cafeyan”

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanli ku beşdarî vekirina Kurdîxane Akademiyê bûbû jî behsa rewşa mamosteyên Kurdî kir û got:

"Lazim e mamoste li dibistanan bin ne ku di kafeyan de bixebitin. Ev eyb û şerma me hemûyan e, şerma gelê Kurd e û şerma dewletê bi xwe ye.

Her wekî hûn jî dizanin sala çûyî zêdetirî 30 hezar zarokan dersên Kurdî hilbijartin lê li gorî wan tercîhan mamoste nehatin tayînkirin.

Ev jî kêmasiya Wezareta Perwerdeyê bi xwe ye.”

Li Kurdîxane Akademiyê ji bilî kursên rû bi rû yên Kurdî dê kursên zimanên wekî Suryanî, Îngilîzî, Fransî, Spanyolî Almanî, Erebî û Farisî werin dayîn.