Li Qamişloyê otomobîlek hat teqandin

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê otomobîlek hat teqandin.

Li gorî agahiyên berdest, li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişloyê otomobîlek hat teqandin.

Otomobîl li nêzîkî xaçerêya Çerxerêya Quwetliyê ya li ser rêya Kornîşê teqiyaye.

Heta niha nayê zanîn ew otomobîl bi çi hatiye teqandin.

Herwiha zerer û ziyanên wê teqînê jî nehatine zanîn.