Derçûyên ji Rojavayê Kurdistanê nikarin li Herêma Kurdistanê bibin parêzer

22-10-2022
Helebja Sadon
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Derçû Rojavayê Kurdistanê Parêzer Mihemed Ebdulcebar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Rojavayê Kurdistanê yên ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê beşa Yasayê dixwînin nikarin moleta parêzeriyê ji sendîkeya parêzerên Kurdistanê werbigrin, ji ber ku perlemantoya Kurdistanê yasayek derxistye kesên ku nasnameya Îraqê bi wanre tinebe, nikarin li Herêma Kurdistanê karê parêzertiyê bikin.

Mihemed Ebdulcebar xelkê bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û îsal li beşa yasayê li zanîngeha Soran qedand.

Mihemedê 22 salî, îsal ji beşê Yasa ya Zanîngeha Soranê derçû. Piştî 5 salên xwendina yasayê berê xwe da Sendîkeya parêzerên Kurdistanê, lê wan daxwaziya wî ji bo wergirtina moletê ji wan, cîbecî nekir.

Derçûyê yasayê Mihemed Ebdulcebar got "Ez çûm sendîkeya parêzerên Kurdistanê ji bo ku ez moleta parêzeriyê werbigrim, lê ji min re gotin ku tu nikarê wê moletê werbigrê. Herweha gotin ku me heta salên 2016-2017an jî werdigirtin, lê niha nabe."

Mihemed bi xwe xelkê bajarê Qamişlo yê Rohjavayê Kurdistanê ye û ji sala 2013an ve li kampa Basirme li Herêma Kurdistanê dimîne û yek ji xewnên wî ew bû ku bibe parêzer, lê ew dibêje ku xewna wî negiha dawiyê.

Mihemed Ebdulcebar diyar kir "Dibe ev yasa ji me negirê, ji ber ku ez berî sala 2018an li zankoyê hatime wergirtin, lewma em daxwazê ji wezîrê dadê dikin ku ev biryar ji me negirê, ji ber ku me berî vê biryarê li zankoyê dixwend."

Li gor Sendîkeya Parêzerên Kurdistanê, ta sala 2017an jî moleta Sendîkeyê didan bi kesên biyanî, lê ji ssla 2018an ve ew yasa hatiye guhertin.

Serokê Sendîkeya Parêzerên Kurdistanê Bextiyar Heyder "Yek ji yasayên ku li parêzerayetiya Kurdistanê hatiye, ku her kesê bibe endamê sendîkeyê divê xwedan welatînameya Iraqî be.

Bi rastî, li destpêka danana yasaya parêzerên Kurdistanê, ev yasa tê de tunebû, lê di hemwarkirina sala 2018an de, ev made lê zêdebû û ji wî demî ve em nikarin kesên biyanî werbigrin."

Niha ne tenê Mihemed, belko bi dehan kes weku mihmed çaverêne ku wê moletê werbigrin, ku li gor amarên sendîkeya parêzerên Kurdistanê, niha nêzîkî 50 parêzerên Rojavayê Kurtdistanê li Herêma Kurdistanê moleta sendîkeyê heye û kar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst