Li pêşangeha Êlihê dest danîn ser pirtûka weşanxaneya Avestayê

Navenda Nûçeyan – Li Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê ku ji aliyê parêzgeha wê bajarê ve tê sazkirin dest danî ser pirtûka “Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” (1880 Kürt Ayaklanması Şeyh Ubeydullah Nehri)”.

 

Duyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Êlihê bi beşdariya 96 weşanxane û 75 nivîskaran vebû. Yek ji beşdariyên pêşabgehê Weşanxaneya Avestayê ye.


Weşanxenya Avestayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand Polîs îro çûne ber standa wan û pirtûka  ji wê weşanxenya wan derketî ya nivîskarê Kurd Celîlê Celîl Di sala 1880yê de Berxwedana Kurdan û Şêx Ubeydullah Nehrî” kom kirine.


Herwiha hat ragihandin ku polîsan karmendê wan Şiyar Danişman birîne û piştî ku li Rêveberiya Ewlehiyê îfadeya wî standine ew serbest berdan.