Tevgera Goranê bo beşdariya hikûmetê merc hene

Silêmanî (Rûdaw) - Şeva 20ê vê mehê Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyan a Herêma Kurdistanê encamên dawî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ragihand. Piştî çend demjimêran ragihandina civîna Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê hat, ku gotina xwe ya dawî di derbarê beşdarîkirina hikûmetê de û girêdana xwe ya bi ragihandina encamên dawî yên dengdanê bîne ziman. Berpirsekî Goranê dibêje: “Em bi merc beşdarî hikûmetê dibin.”

 

Li gor encamên dawî yên hilbijartina 30ê Îlonê ya Parlamentoyê Kurdistanê, PDK 45 kursî, YNK 21 kursî, Tevgera Goranê 12 kursî, Nifşa Nû 8 kursî, Komela Îslamî 7 kursî û Bereya Îslah jî 5 kursî bi dest xistine. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser wê yekê rijd e, ku ev hejmar bibe bingeha bo diyarkirina kabîneya 9emîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê û li gor vê jî Tevgera Goranê di rêza siyasî de pileya xw eya duyem ji dest da. Di vê rewşê de du bijare li ber Goranê hene, ku an dê bi hejmareke lawaz sîwana opozisyonekê hil bide an jî dê beşdarî hikûmetê bibe.

 

Endamê Civata Nîştimanî û Berpirsê Hikûmetê li jûra parlamento û hikûmetê yê Tevegra Goranê Dana Ebdulkerîm behsa bernameya siyasî ya Goranê dike, wek yek ji mercên beşdarîkirina wan a kabîneya nû ya hikûmetê ye û wek xaleke girîng dizane bo guftûgoyên rojên bê yên di navbera Goran û PDKê de: “Bernameyeke me ya siyasî heye ku di hilbijartinê de me da ber çavê xelkê, PDK çi qas amade ye di hikûmeta nû de wê bernameya Tevgera Goranê cîbicî bike û kar bo tîma Goranê li ser navê hikûmetê bike, ku ew kar li ser bikin? Divê di van waran de garantiyê bide me.”

 

Wî berpirsê Goranê got: “Nabe çavê wan li wê yekê bike ku em bi awayekî rût beşdarî hikûmetê bibin û em bernameya xwe nebin nav wê hikûmetê.”

 

Ew çaverê dikin ku di çend rojên bê de dest bi tevgereke siyasî bikin, bi armanca pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê.

 

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser amadekirina şandeke danûsntandinê mijûl dibe û li gor rêzbendiyê dê li gel Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) dest bi guftûgoyan bike.

 

Endamekî Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê dibêje du nêrînên cuda hene di nav wan de. Yek ji wan dixwaze piştî Civata Nîştimanî kom dibe û encamên dawî guftûgo dike, bila Tevgera Goranê beşdarî hikûmetê bibe: “Bi mercekî giran beşdarî bibe û yek ji postên payebilind bi dest bixe, cîgirê serokê hikûmetê an serokê parlamentoyê.”

 

Her çi qas nêrîna duyem berjewendiya Goranê di wê yekê de dibîne ku li gel Komela û Yekgirtûya Îslamî guftûgoyan bike û ji bername û armanca wan fêm bike û paşê di civîna Civata Nîşitmanî de biryara dawî bide, ku bibe opozisyon an biçe nav hikûmetê.

 

Ew endamê Civata Nîştimanî di wê baweriyê de ye ku pirsa hilbijartinên navxweyî yên Tevgera wan pirseke girîngtir e ku divê di nav çend mehên bê de amadekariyên xwe temam bikin û Goran bi amadekirina bo wan hilbijartinên navxweyî re mijûl bibe: “Ev hilbijartin ji serî heta binî hebûna Tevgerê diguherîne û ji rêkxerê giştî heta tevahiya damezîrneran bi vê hilbijartinê diyar dikin.”

 

Lê kêşeya Tevgera Goranê ew e, ku divê di nav 2 mehên bê de di yek demê de him mijûlê guftûgoyên pêkanîna hikûmeta nû him jî mijûlê hilbijartinên navxweyî bibe. Endamê Civata Nîştimanî  yê Tevgera Goranê Nizar Mehmûd dibêje, nûnerê wan ê di komîsyonê de encamên dawî yên hilbijartinê îmza kir lê divê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goranê civîneke din li dar bixe û gotina xwe ya di derbarê rewşê de zelal û aşkere bike: “Ji ber ku nabe her carê bi hêsanî sixtekarî were derbaskirin. Em nirxandinên hûr li ser pirsa hevbeşî ya bo hikûmeta nû dikin û divê di nav bernameya hikûmeta nû de em bernameya xwe bibînin.”

 

Tevgera Goranê cara yek di 25ê Tîrmeha 2009a de beşdarî hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê bû 3u di nav komên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bû hêza duyem. Di hilbijartina sala 2013a de bi bidestxistina kursiyek kêm, dîsa pileya xwe ya duyem parast û bi dirûşmeya “4 salên aram” biryar da ku beşdarî hikûmetê bibe û posta serokê parlamentoyê û 4 wezaretan (Wezareta Pêşmerge, Wezareta Darayî, Wezartea Ewqaf û Wezareta Bazirganiyê) wergirtin. Lê di hilbijartina 2018a de hejmara kursiyên wê daket nîvî.

 

Çavkaniyekî berpirs ji Tevgera Goranê ji Rûdawê re got: “Beriya ragihandina encamên dawî yên hilbijartinê jî guftûgoyên ne fermî di navbera Goran û PDKê de hebû. Em çaverê dikin ku yek ji postên serokê parlamentoyê an jî cîgirê serokê hikûmetê bo Tevgera Goranê be li gel wezareteke girîng lê hûrgiliyên wê dê bo destpêkirina guftûgoyên pêkanîna hikûmetê bimînin.”

 

Wî çavkanî got: “Em dizanin YNK hewl dide ku li gel PDKê rêkevtinê bike bo bi hevdu re hikûmetê ava bikin. Em çavdêriya hewlên YNK û PDKê dikin.”

 

PDK rijd eli ser pêkanîna hikûmetê ku hêza biryardan û cîbicîkirina bernameyên xwe hebe û çareseriyê di wê yekê de dibîne, ku hikûmeteke bi hevşêweyê hikûmeta niha ava nekin.

 

Endamê Serkirdayetiya PDKê Aras Heso Mîrxan dibêje, beriya kombûna Parlamentoya Kurdistanê, PDK di çend rojên bê de dest bi guftûgoyên li gel aliyan dike: “Em li gel hemû aliyan guftûgoyan dikin lê bi dilniya ne em hikûmeta bingehfireh ava nekin, ji ber ku me şikestin xwar li gel hikûmeta bingehfireh.”

 

Ew endamên serkirdayetiya PDKê behsa wan hûrgiliyan dike ku PDK li gel aliyan guftûgo dike: “Divê bi rastî di nav hikûmetê de bin û herdu pêyên xwe bixin nav hikûmetê. Qewareya xwe li ber çavan bigirin bo wergitina postan û beşdariya di hikûmetê de.”

 

Ew hîn aşkere li ser niyaza partiya xwe ya bo pêkanîna hikûmetê axivî û got: “Li gel aliyekî an du aliyên din hikûmet tê avakirin, ne hikûmeta bingeh fireh. Guftûgo derdixin ew du aliyên din dê kî bin û biryara pêşwext nehatiye dayîn, wate li gel hemû aliyan guftûgo tên kirin lê hemû beşdarî nabin.”