Daxuyaniyek ji 32 partiyên Kurdistanê ve li ser êrişên Iraqê
Hewlêr (Rûdaw) - 32 partiyên siaysî yên Başûrê Kurdistanê di daxuyaniyeke hevbeş de bi tundî li dijî êrişên Heşda Şeibî û artêşa Iraqê bo ser Kerkûkê û navçeyên dinên Kurdistanî derketin û ragihandin: Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û aboriyên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin.
Îro 32 partî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê ji bo gotûbêjkirin û nirxandina rewşa Kurdistanê piştî êrişên artêşa Iraqê û Heşda Şeibî bo ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên din li Hewlêrê civiyan û daxuyaniyek hevbeş belav kirin.
Di vê daxuyaniyê de, her 32 partiyên siaysî ji tevahiya pêkhateyan dan xuyakirin: Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.
Naveroka daxuyaniyê bi vî awayî ye:
-Hemû aliyên siyasî tekezî li ser yekrêzî û yekdengiya hemû hêz û aliyên siyasî yên li Kurdistanê kirin û ji bo serkeftin û çareserkirina pirsgirêkan vê yekê weke zemîn dizanin.
-Em bi tundî êrişên serbazî û biryarên siyasî û aboriyên hikûmeta Iraqê, ku derheqê Herêma Kurdistanê û navçeyên Kurdistanî yên li derveyê îdareya Herêmê hatine encam dan, şemezar dikin û red dikin. Em van êriş û biryarên Iraqê bi nedestûrî û nedemokratîk û li dijî mirovatiyê dizanin û ji aliyê tevahiya gelê Kurdistanê ve têne redkirin, ev kirdarên sebazî yên Iraqê nabin defakto û demkî ne.
-Em bersivê didin banga civaka navnetewî û hevalbendên xwe em amade ne tevahiya pirsgirêkan bi rêya guftogayan çareser bikin û em her tim ligel wê yekê bûne. Lê mixabin aliyê Iraqê mantiqê serbazî ji xwe re hilbijartiye. ji ber vê yekê jî em niha amade ne dest bi diyalogên bê merc û li gorî destûr û dûr ji siyasetên ferzkirinê bikin. Divê Iraq di çarçoveya naskirina mafên Kurdan de bê li ser maseyê gotûbêjan û ji bo vê mijarê jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê nûneritiya gelê Kurdistanê dike.
-Em weke aliyên siyasî bi tundî her hewldanên dixwazin du rêveberiyê ji nû ve zindî bike red dikin. Pêwîst e Herêma Kurdistanê bo her guftogoyên bi hikûmeta Iraqê re bê encamdan yekgirtî be.
-Giştpirsî mafeke destûrî yê gelê Kurdistanê ye û em dev ji vê yekê bernadin û divê Iraq û civaka navdewletî ji ber wê mafî gelê Kurdistanê ceza neke.
-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.
-Em li vir ji medyayên bi ser partiyên siyasî û tevahiya dezgehên medyayî daxwazê dikin ku xwe ji zimanê xirab û nehênî dûr bixin. Pêwîst e nûçe û bûyeran bi rastî veguhezînin û aştiya civakî û yekgirtiyê biparêzin.
-Em di dawiyê de slavên xwe pêşkêşî giyanê pak ên tevahiya şehîdên Kurdistanê û taybetî yên li Kerkûk, Xurmato û Xaneqîn dikin. Em têkoşîna pêşmergeyên leheng ên Kurdistanê bilind dinerxînin û em rêzê ji wan digirin. Em slavên xwe pêşkêşî xweşk û birayên me yên bi zora hêzên iraqê koçberbûnê re jî dişînin.
-Di dawiyê de îradeya gelê Kurd dê bi serbikeve û ti hêzeke nikare mafên Kurdan tune bikin.
Partî û tevgerên siyasî
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK)
Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)
Partiya Komîsta Kurdistanê
Yekîtiya Niştîmanî ya Demokrata Kurdistanê
Partiya Sosyalîst a Demokrata KuKürdistanê
Partiya Zehmetkêşan û Karkerên Kurdistanê
Bizava Demokrasî ya Gelê Kurdistanê
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê (Yekgirtû)
Partiya Parastina Kurdistanê
Partiya Pêşverû ya Demokrata Kurdistanê
Biava Rizgariya Demokrata a Kurdistanê
Bizava Aştîxwazên Kurdistanê
Partiya Parastvanên Demokrat a Kurdistanê
Partiya Niştîmanî ya Kurdistanê
Bizava Komeleya Sûryuanî
Partuya Demokrata a Maveraûnnehîr
Yekîtiya Neteweyî ya Maveraûnnehîri
Partiya Demokrata a Keldanî
Konseya Netewî ya Keldanî
Rîxistina Cîhanî ya Keldanî
Partiya Neteweyî ya Aşûrî
Bizava Demokratên Serbixwe ya Xiristiyanan
Partiya Geşedan a Tirkmenî
Partiya Demokrat a Tirkmenî
Komeleya Liberal a Tirkmenî
Komeleya Kulturî ya Tirkmen
Partiya Niştîmanî ya Tirkmen
Klûbê Ocaga Tirkmen
Bizava Demokrat a Tirkmen
Partiya Reform a Tirkmen
Eniya Yasa ya Tirkmen