Ferhat Encu: Eşqiya li Kurdistanê her roj terorê dibarînin

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê DEM Partiyê vîdeoyek parve kir û got, “Eşqiya li Kurdistanê her roj terorê dibarînin.”

Parlamenterê DEM Partiyê Ferhat Encu li ser medyaya civakî vîdeoyek parve kir ku kesek li navçeya Sûrê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê berê çekê dide welatiyan û tê îdiakirin ku ew kes polîs e.

Li ser medyaya civakî vîdeoyek hat belavkirin û hat îdiakirin ku kesên di wan dîmenan de polîs in û wan xwestiye ciwanekî desteser bikin lê xelkê nerazîbûn nîşan daye.

Her wiha di dîmenan de tê xuyakirin ku kesekî sivîl berê çeka di destê xwe de dide xelkê û guleyan li hewayê direşîne.

“Bi zorê xwe rizgar dike”

Parlamenterê DEM Partiyê Ferhat Encu vîdeo parve kir û got:

“Tê gotin ku kesê di destê wî de çek heye polîs e û dixwaze li Sûrê ciwanekî desteser bike.

Xelkê wê derê nerazîbûn nîşan daye û kesê dibêjin polîs e berê çeka xwe dide xelkê û guleyan li hewayê dibarîne.

Herî dawî dixwaze guleyê berde kesekî jî û ew bi zorê xwe rizgar dike.

Ev eşqiya li Kurdistanê her roj terorê dibarînin.

Dizanin ku eger kesekî bikujin jî cezayê nastînin.”

Li ser dîmenan heta niha ti daxuyaniyên fermî nehatine belavkirin.