Li Xarpêtê jî hişyariyên trafîkê yên bi Kurdî hatin jêbirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Depê ya parêzgeha Xarpêtê ya Bakurê Kurdistanê hişyariyên Kurdî yên trafîkê yên li ser cadeyan hatin jêbirin.

Şaredariya navçeya Depê ya Xarpêtê ku di destê DEM Partiyê de ye, li ser hinek cade û rêyên bajêr hişyariyên bi zimanê Kurdî yên wekî “Pêşî Peya”  û “Hêdî” nivîsîbûn.

Li gorî zanyariyan doh derengiya şevê ew hişyariyên bi zimanê Kurdî ji aliyê kes an jî kesên nediyar ve hatine jêbirin.

Berî niha bi fermana Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê li parêzgehên Wan, Amed, Mêrdîn û Êlihê û çend navçeyên wan parêzgehan jî nivîs û hişyariyên trafîkê yên bi zimanê Kurdî ji ser rê û cadeyan hatibûn jêbirin.

Şaredariya Depê li ser hinek cade û rêyan hişyariyên bi Kurdî yên wekî “Pêşî Peya”  û “Hêdî” nivîsîbûn: