Dibistan vebûn: Ey Reqîbê li Kerkûkê olan da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê serdema nû ya xwendinê bi Alaya Kurdistanê û Ey Reqîbê dest pê kir.

Îro li Îraqê û li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê dibistan vebûn.

Li gorî lêkolînên Rûdawê li Kerkûk, Şingal û Xaneqînê zêdetir ji 133 hezar xwendekaran li 657 dibistanan bi Kurdî dixwînin.

Li Kerkûkê zengilên dibistanê saet 09:00an lê xist û xwendekaran dest bi xwendina xwe kir.

Li herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê yên wekî Kerkûk, Şingal û Xaneqînê perwerdeya bi Kurdî jî heye û bername ji aliyê Herema Kurdistanê ve tê amadekirin.

Birêvebirê Beşa Xwendina bi Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî da zanîn ku li Kerkûkê nêzîkî 100 hezar xwendekarî li 555 dibistanan bi Kurdî dixwînin.

Li Kerkûkê nêzîkî 9 hezar karmend û mamosteyan ji bo dersên Kurdî dixebitin.

Li Kerkûkê xeyn ji Kurdî, xwendina bi Erebî û Tirkmenî jî heye û herî zêde dibistanên bi zimanê Erebî hene.

Li Şingalê xwendina bi Kurdî kêm dibe

Birêvebirê Perwerdeyê yê Şingalê Meyser Hecî diyar kir ku li Şingalê nêzîkî 28 hezar xwendekaran bi Kurdî dixwînin.

Divê were gotin ku li Şingalê li 70 dibistanan xwendina bi Kurdî heye û xwendina bi Erebî jî heye.

Meyser Hecî diyar kir ku li Şingalê xwendina bi Kurdî kêm dibe û got:

“Salên borî xwendekarên Kurdî ji yên Erebî zêdetir bûn lê niha rewş berovajî bûye.”

Li Xaneqînê jî hem xwendina bi Kurdî û hem a bi Erebî heye.

Birêvebirê Beşa Xwendina bi Kurdî ya Xaneqînê Hesen Mihemed Talebanî eşkere kir ku li Xaneqînê 3 hezar û 300 mamoste û karmendên xwendina bi Kurdî hene.

Li gorî amarên ku Hesen Mihemed Talebanî dane, nêzîkî 5 hezar xwendekaran li 32 dibistanan bi Kurdî dixwînin.