Li Mehabadê karkerek ji avahiyekê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, di dema rijandina betonê de karkerek ji ser banê avahiyekê ket û mir.

Doh danê êvarê karkerekî 35 salî ji qata duyem a avahiya ku lê dixebitî ket û mir.

Berpirsê Birêvebiriya Hawarçûnê ya Urmiyeyê Ferzîn Rezazade ragihand, wan termê wî karkerî ji bo lêkolîna zêdetir biriye Tiba Edlî ya Mehabadê.

Li gorî amaran, li Urmiyeyê tenê di mehên gulan û hezîranê de 7 karker li ser kar mirine û 203 karker jî birîndar bûne.

Birêvebirê Tiba Edlî ya Urmiyeyê Mûsa Edîbfer destnîşan kir ku 4 ji wan karkerên ku di nava 2 mehan de birîndar bûne jin in.