Li Mereşê ji ber lêxistina birûskê şivanek mir

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Onîkîşûbatê parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê di encama lêxistina birûskê de şivanekî canê xwe ji dest da.

Li taxeke navçeya Onîkîşubatê ya Mereşê birûskê li şivanê bi navê Ahmet Gizirê 68 salî xist.

Ahmet Gizirê ku pez li çolê diçerand bi lêxistina birûskê canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê termê Ahmet Gizir bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mereşê.

Di heman bûyerê de ji ber heman birûskê 3 bizin jî mirar bûn.

Doh jî ji ber lêxistina birûskê li Şirnexê du kesan û li Mêrdînê jî kesekî canê xwe ji dest dabû.