Li Amedê baran û teyrok bûn sedema tengasiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê barana gur û teyrok barîn û xelkê bajêr tengasî kişand.

Li Amedê bi navber baran barî, piştî nîvro jî tavî û teyrok barîn.

Piştî barana gur û teyrokê li ser hin kuçe û kolanan av kom bû.

Ava ku li ser Kolana Kişlayê ya li Taxa Kooperatiflerê kom bû wiha kir ku şofêran tengasî kişand.

Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê diyar kiribû ku li gorî texmînan dê li bakurê Dîlokê û Riha, li derdora Amed, Semsûr, Meletî, Dêrsim û Xarpêtê heta nîvê şevê barana gur, tavî û teyrok dê bibarin.

Birêvebiriya Giştî ya Meteorolojiyê her wiha hişyarî dabû û gotibû bila xelk ji bo lehî, birûsk, bager û teyrokê baldar û bitedbîr be.