Nêçîrvan Barzanî: Divê hilbijartin bi awayekî şaristanî bên kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî li ser hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê got, "Divê hilbijartin bi awayekî şaristanî bên kirin."

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li avahiya parêzgariyê bi Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û berpirsên yekîneyên îdarî yên parêzgehê re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de rewş û asta xizmetguzariyan, pêvajoya avadaniyê, bernameyên geşepêdanê û çawaniya birêveçûna kar û projeyên li parêzgeha Hewlêrê û qeza û nahiyeyên wê hatin gotûbêjkirin.

Her wiha tekezî li ser girîngiya dabînkirina pêwîstiyan û çareserkirina pirsgirêk û kêmasiyan hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinê de ji bo bicihkirina kar û erkên wan destxweşî û pîrozbahî li parêzgar û berpirsên yekîneyên îdarî kir.

Li aliyê din, Nêçîrvan Barzanî bipêşketin û avadaniya parêzgehê bilind nirxandin û tekezî li ser bilindkirina asta xizmetguzariyên parêzgehê yên di hemû waran de kir.

Her wiha Barzanî piştgîriya xwe jî ji bo serkeftina rêveberiya Hewlêrê ya ji bo baştir xizmetkirina welatiyan diyar kir.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa amadekariyên parêzgeha Hewlêrê yên ji bo hilbijartinên Parlementoya Kurdistanê û helmeta (kampanya) hilbijartinan jî hat kirin.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser rola aliyên pêwendîdar û girîngiya serkeftina hilbijartinan û bi awayekî şaristanî birêvebirina kampanyaya hilbijartinan.

Di dawiya civînê de parêzgar û berpirsên yekîneyên îdarî yên Hewlêrê ji bo baştirkirina xizmetguzariyan û çareserkirina kêmasiyan têbînî, daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.