Kongreya Neolîtîk a Cîhanî cara ewil li Rihayê tê lidarxistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, bi beşdariya akademîsyenên ji 64 welatan cara ewil dê Kongreya Neolîtîk a Cîhanî bê lidarxistin.

Bajarê Rihayê bi hebûna bi dehan şûnwarên dîrokî yên serdema neolîtîk û “Projeya Girên Kevir” bala cîhana zanistê dikişîne.

Li wî bajarê Kurdistanê di navbera 4 û 8ê Çiriya Paşîna 2024an de bi beşdariya akademîsyenên ji 64 welatên cihê li ser asta cîhanê cara yekem dê Kongreya Neolîtîk a Cîhanî bê lidarxistin.

“Nûnerên 480 saziyan dê beşdar bibin”

Serpereştyarê Projeya Girên Kevir Necmî Karul got:

“Ji bo me sazkirina kongreyeke wiha li Rihayê gelekî bi wate ye.

Ji ber ku ev kongreyeke şûnwarnasiya spesîfîk e û dê pisporên neolîtîkê bêne ba hev.

Nûnerên 480 saziyan dê li vê derê amade bin."

Di Kongreya Neolîtîk a Cîhanê de, dê bi dehan gotarên zanistî bêne pêşkêşkirin û hemû berhemên serdema neolîtîk ku çaxa dawî ya Serdema Kevir e bêne nirxandin.

Necmî Karul her wiha got:

“Zanîngeha Stenbolê û Zanîngeha Heranê bi hevbeşî vê kongreya akademîk saz dikin.

Di vê kongreyê de dê neolîtîkên cuda yên li parzemîn û erdnîgariyên cuda yên li cîhanê bêne axattin.”

Bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, bi şûnwarên dîrokî bala miroveyetiyê dikişîne û salane bi sed hezaran geştyar Girê Miraza, Qûça Keçel, Girê Çeqmeq, Girê Sayburcê, Girê Darikê, Kepira Yogunburcê û şûnwarên din ên dîrokî ziyaret dikin.

Li gorî amarên fermî, di 7 mehên destpêkê yên sala 2024an de 326 hezar geştyar çûne serdana şûnwarê dîrokî Girê Miraza.