HPGyê nasnameyên du gerîlayan eşkere kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 2 gerîlayên ku li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê ragihand ku gerîlayên bi nasnavên Dîdar Jînda û Derya Botan 13ê Kanûna Pêşîna 2018an li Başûrê Kurdistanê canê xwe ji dest daye.

HPGyê got, “13ê Kanûna Pêşîna 2018an li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Dîdar Jinda û Derya Botan şehîd bûn.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGyê diyar kir ku Dîdar Jinda û Derya Botan di êrişa artêşa Tirkiyeyê de canê xwe ji dest daye.

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên her du gerîlayan bi vî rengî ne:

Dîdar Jînda: Navê wê yê fermî Zekiye Akin e û ew ji Colermêrga Bakurê Kurdistanê ye, 13ê Kanûna Pêşîna 2018an canê xwe ji dest daye. 

Derya Botan: Navê wê yê fermî Melek Paksa ye û ew ji navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê ye, 13ê Kanûna Pêşîna 2018an canê xwe ji dest daye. 

HPGyê diyar kir ku Dîdar Jînda sala 2013an li Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîlayan bûye.