Dê bi îhaleyê 21 pezkoviyan bikujin

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya îhaleya ku ji aliyê Rêvebiriya Herêma 14emîn a Wezareta Çandinî û Daristanan a Tirkiyeyê ve hatiye vekirin de dê li Wan, Colemêrg, Sêrt û Semsûrê 21 pezkovî bên kuştin.

Rêvebiriya Herêma 14emîn a Şaxa Wanê di bin navê "turîzma nêçîrê" de nêçîra pezkoviyên ku nifşê wan di bin metirsiyê de derxist îhaleyê.

Nêçîra pezkoviyan qedexe ye lê meşrûkirina neçîra pezkoviyan bi vê îhaleyê di nav gel de bû sedema bertek û nerazîbûnan.

Ev îhale bi îlaneke fermî hatiye ragihandin û armanc jî ew e ku kotaya nêçîrê bifiroşin nêçîrvanên biyanî.

Kesên ku dixwazin beşdarî îhaleya vekirî bibin, li hemberî 480 hezar lîreyî dê bibin xwediyê mafê nêçîra pezkoviyan.

Di vê çarçoveyê de li Wanê nêçîra 2 pezkoviyan derxistine îhaleyê.

Li 13 parêzgeha îhaleyên nêçîrê hatin lidarxistin

Ev îhaleya ku li Wanê tê kirin ne tenê îhaleyeke herêmî ye.

Wezaret di çarçoveya turîzma nêçîrê de plan dike ku li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îhaleyên bi vî rengî li dar bixe.

Li bajarên Wan, Colemêrg, Sêwaz, Mereş, Semsûr, Sêrt, Mêrsîn, Edene, Hatay, Nîgde û Qeyseriyê ji bo nêçîra pezkoviyan û ajelên din kotayên nêçîrê hatin vekirin.

Di van îhaleyan de ne tenê pezkovî, dê ajelên din jî yên ku nifşên wan di bin metirsiyê de nê bên kuştin.

Lîsteya ajelên ku tê plankirin di Îlona 2024an de bên kuştin wiha ye:

- 23yê Îlonê: Li Mêrsînê 39 pezkovî

- 24ê Îlonê: Li Edeneyê 2, li Mersinê 6, li Hatayê 9, li Nîgdeyê 15, li Qeyseriyê 9 pezkovî

- 26ê Îlonê: Li Sêwazê 10, li Merêşê 7 pezkovî

- 27ê Îlonê: Li Semsûrê 16 pezkovî

- 30ê Îlonê: Li Wanê 2, li Colemêrgê 2, li Sêrtê 1 pezkovî