Li Dîlokê otobusa geştyaran ji rê derket: 20 birîndar!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Komirliyê ya parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê otobuseke geştyariyê wergeriya, di bûyerê de 20 kes birîndar bûn.

Qeza derengiya şeva borî li ser otobana Dîlok-Edene-Tarsûsê di nava sînorên navçeya Komirliyê ya Dîlokê de çêbû.

Li gorî zanyariyan otobuseke tûrên geştyariyê ji rê derket û wergeriya.

Di qezayê de tevî şofêr 20 kes birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê hejmareke zêde ya tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Tîman birîndar birin Nexweşxaneta Dewletê ya Komirliyê.