Nîsa li ber mala xwe rûniştibû, gule li serê wê ket û mir

Hewlêr (Rûdaw) – Li Mûşa Bakurê Kurdistanê gule li serê zarokeke 7 salî ket û ew mir.

Nîsa Sonmeza 7 salî li gundê Sokhomê li ber deriyê mala xwe rûniştibû.

Wê demê ji nişka ve guleyeke bêserûber li serê wê ket.

Piştî xeberdayîna kesên li derdorê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Midaxeleya ewil li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê hat kirin û tîman Nîsa piştre veguhast Xarpêtê.

Nîsaya birîndar zêde li ber xwe neda û li nexweşxaneyê mir.

Termê wê li gundê wê hat veşartin.

Li ser bûyerê dest bi lêpirsînê hat kirin.