Li Erziromê otobûs li traktorê qelibî: 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otobûsa rêwiyan li traktorekê da û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya Xoresan-Erziromê otobûsa ku şofêrê wê Abdullah U. ji paş de li traktora şofêrê wê Eyup U. qelibî.

Li gorî zanyariyan di encama bûyerê de 7 kes birîndar bûn û hejmarek rêwî jî di otobûsê de asê man.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhestin Nexweşxaneya Dewletê ya Xoresanê.

Xebatên rizgarkirina rêwiyên ku asê mane berdewam e.