Li Dîlokê du grûp pev çûn: Ciwanek hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê di encama pevçûna di navbera du grûban de ciwanekî 19 salî hat kuştin û kesek jî birîndar bû.
Bûyer îro sibehê li taxa Guneşê ya bajarê Dîlokê çêbû.
Li gorî agahiyan ji ber sedemek nediyar di navbera du grûban de nîqaş derket û piştre her du grûb pev çûn.
Di pevçûnê de çek jî hatin bikaranîn û ciwanekî bi nave Mustafa Yeter ê 19 salî bû û kesekî din birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî û polîs çûn cihê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şahînbeyê.
Lê tevî hewldanên bijîşkî Mustafa Yeter li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin birîndarê din jî di çavdêriya hûr de ye û rewşa wî dijwar e.
Nasnameya kesên ku êriş kirine hîn jî nehatiye zanîn û derbarê bûyerê de lêkolîn hatine destpêkirin.
Hewlên polîsan ji bo girtina kesên tevlî bûyerê bûne berdewam in.