EIU rapora xwe ya baştirîn û xirabtirîn bajar bo jiyanê eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - Rapora sala 2022 ya baştirîn bajar bo jiyanê ji aliyê Yekîneya Îstixbaratê ya Aborî (EIU) ve hat belavkirin. Li gor raporê Vienna ya paytexta Austria di rêza yekê de ye û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê di rêza herî dawî de cih digre. Di nava hemû welatên cîhanê de dîsan Vienna yekem û Şama paytexta Suriyê di rêza dawî de ye.

Her sala ji aliyê EIU ve rapora bajarê mirov dikare lê xweş bijî tê eşkerekirin, di nava 38 bajarên Ewropayê de baştirîn bajar bo jiyankirinê bi 99,1 Viennaya paytexta Austria hatiye hilbijartin û  mezintirîn bajarê Tirkiyê Stenbol jî di nava vê lîsteyê de bi 57,7 pileyî di rêza herî dawî de ye.

Yekîneya Îstixbaratê ya Aborî (EIU) rapora xwe ya 2022ê bo baştirîn bajarê jiyanê eşkere kir. Li 38 bajarên Ewropa û hemû bajarên cîhanê lêkolîn hatiye kirin.

Di destnîşankirina baştirîn û xirabtirîn bajar de hinek pîvanên wek; jiyana civakî û çandî, sergermî, xizmetên tendirustî, asta tawanan, şert û mercên debarê, aramiya siyasî û jêrxan li berçav hatine girtin. Di lîsteyê de ji ber li Ukraynayê şer heye li ti bajarên wê lêkolîn nehatine kirin.

Li gor raporê di van salên dawî de hatina bi milyonan koçber bo Stenbolê û giranbûna jiyanê bandor li wî bajarî kiriye.

Di beşê giştî yê raporê de di nava hemû bajarên cîhanê de, baştirîn bajar bo jiyanê Vienna hatiye hilbijartin. Di rêzên herî dîwî de jî bajarên welatên Asya û Efrîqa cih digrin. Di rêza herî dawî de Şama paytexta Sûriyê cîh digre, piştî wê jî Lagosa paytexta Nîjerya û Trablusa paytexta Lîbya cih digrin.