Li Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandêr li gelek cihan rûbirûyê hêzan bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên li dijî kuştina keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî berdewam in û di xwepêşandanên vê carê de xwepêşandêr li gelek cihan jî rûbirûyê hêzan bûn.

Nerazîbûn û xwepêşandanên ji bo protestokirina bûyera kuştina Jîna Emînî şevê din li çend bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê,berdewam bûn. Li hin bajaran heta derengiya şevê xwepêşandan û rûbirûbûna di navbera xelkê û hêzên emnî yên Îranê de çê bûn.

Li kolaneke bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê, xelk daketine kolanan û dirûşmên dijî hikûmetê bilind kirin. Li bajarê Şino herî kêm 3 xwepêşenderan canê xwe ji dest dane.

Çar birîndar li nexweşxaneya bajarê Şino dimînin, yek ji wan gelek xwîn jê çûye. Tê gotin ku hejmara birîndaran zêdetir e û hinek jî di hundirê malan de tên dermankirin.

Li bajarê Urmiyê jî li taxa Balu ya bajêr 3 xwepêşanderan canê xwe ji dest dan.

Nerazîbûn gehiştine bajêrên biçûk ên Îlamê jî, weke bajarê Serawleyê. Li Îlamê polîs rûbirûyê xwepêşanderan bûn. Kesekî canê xwe ji dest da û çend kes birîndar bûn.

Li bajarê Şabad ê Kirmşanê jî xwepêşanderekî bi guleya hêzên Îranê canê xwe ji dest da.

Li bajarê Pawe xelkê ala Îranê anîn xwarê. Tûndûtûjî di xwepêşendanên bajarê Pawe de çêbûn.

Nerazîbûnan bi dehan bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê li xwe girtine . Li bakurê Îranê, li Newşehrê xelkê dest bi ser avahiya qaymaqam de girt.

Li kolaneke Tehranê, xwpêşanderan agir berdan otomobîla polîsan xistine.

Di nerazîbûnên vê carê de xwepêşandêr li gelek cihan jî rûbirûyê hêzan bûn. Li vir bajarê Şabad ê parêzgeha Kirmaşan, xelkê êrîşî mala gotarbêjê bajêr kirine û agir berdan otomobîla polîsan.

Di nerazîbûnan de heta niha tenê li Rojhilatê Kurdistanê herî kêm 16 kesan canê xwe ji dest dane. Dayika Zekeriya Xeyal ê 16 salî yê xelkê Pîranşarê di nerazîbûnan de canê xwe ji dest da.

Li parêzgeha Sine Fermandarê Polîs Elî Azadî, kuştina 4 xwepêşanderan piştrast kir, lê got ku ew bi destê dijberên şoreşê hatine kuştin.

Di van rojan de bi sedan kes hatine girtin, bi taybetî hejmareke zêde ya çalakvanan li Sine. Bi sedan kes jî birîndar bûne.

Endama Rêveberiya Rêxistina Hengaw Jîla Mustajir jî diyar kir ku înternet li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hate sînordarkirin û car caran jî bi temamê tê qutkirin.

Di van nerazîbûnan de roleke berçav a jinan heye. Sedema van nerazîbûnan jî zext û guşara polîsan a li ser wan e.