Parêzerên Ocalan: Bêyî HDPê nabe lê muxatebê sereke Ocalan e

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Serokê PKKê Abdullah Ocalan derbarê niqaşên muxatebê Pirsa Kurd de ragihandin, bêyî HDPê zemîna çareserî û aştiyê li Tirkiyê pêk nayê, lê belê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê “muxatebê herî girîng ê Doza Kurd, Abdullah Ocalan e” û diyar kirin, “Ocalan bi xwe bi israr xwest ku hemû nîqaşên çareseriya doza kurdî li ser esasên destûra bingehîn, çarçoveya qanûnî û li ser zemîna Meclisa Tirkiyê werin bipêşxistin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, derbarê niqaşên derbarê çareseriya Pirsa Kurd û muxatebê wê de û herwiha rola Serokê PKKê Abdullah Ocalan di vê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ragihand, ku demeke li ser rola muwekîlê wan a di çareserkirina Pirsa Kurd de niqaş tên kirin, lê destûr nayê dayîn ku di vê derbarê û mijarên weke vê de muwekîlê wan gotina xwe bibêje.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Ev demek e derbarê rewşa muwekilê me birêz Abdullah Ocalan û rola wî ya di çareseriya Doza kurdî de nîqaş tên kirin. Lê belê di vê mijarê de û mijarên wekî vê rewşê de derfetê nadinê ku tevli nîqaşan bibe û mafê gotinê jî bi kar bîne. Îro ew di bin tecrîdeke mutlaq de ye û hemû mafên wî jî hatine qedexekirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, bêyî Ocalan ne mimkun e ku Doza Kurd bê çareserkirin û tekez dike, “Ji bo desthilatdariyê; dema ji bo çarseriya doza kurdî li pêş wan ti asteng tinebûn jî tu gav neavêtine, çareserî pêk nehatiye. Ji ber vê yekê bêyî Ocalan di heqê Ocalan de û çareseriya Doza Kurdî de axaftin rê û rêbaza çareseriyê nîn e. Di encamê de jî çareseriyeke rast û dirûst wê bi pêş nekeve.”

Muxatebê herî giring Ocalan e

Di daxuyaniyê de, rêberê PKKê Abdullah Ocalan ku ji sala 1999an ve di girtîgehê de ye, wek muxatebê sereke yê çareseriya Doza Kurd tê binavkirin û tê gotin, Bêguman bi awayekî bi rûmet çareseriya doza kurdî wê bi xwe re înşaya paşeroja demokratîk jî bide destpêkirin ku li vê derê muxatabê herî girîng birêz Ocalan e. Ew di şert û mercên herî dijwar û zehmet de di vê oxirê de kedeke mezin da, gelek proje bi pêş xistin û hewl da ku aşitiyê înşa bike. Berxwedana wî ya li dijî pergala tecrîdê jî di esasê xwe de weke dewama van hewldanên wî ne.

Parêzerên Ocalan, rola HDPê di çareserkirina Pirsa Kurd de jî giring dibînin û dibêjin, “HDP jî weke nûnerê siyaseta muzakereya demokratîk, pêşengê civakî ya îdiaya birêxistinkirina aştî û demokrasiyê ye. Bêyî HDPê şertên çareseriyê wê nekemilin, bêyî wê ne mimkûn e ku zemîna aştiyê ji gelên Tirkiyê re were pêşkêşkirin.”

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê daye xuyakirin, Doza Kurdî taliya talî meseleyeke destûra bingehîn e û dibêje, Ocalan, pêştir destûra bingehîn û parlamentoya Tirkiyê wek adresa çareserkirina Doza Kurd nîşan dabû. Li ser vê yekê di daxuyaniyê de tê gotin: “Birêz Ocalan bi xwe bi israr xwest ku hemû nîqaşên çareseriya Doza Kurdî li ser esasên destûra bingehîn, çarçoveya qanûnî û li ser zemîna Meclisa Tirkiyê werin bipêşxistin. Lê tevî vê jî pergala tecrîdê weke rêbazeke neçareseriyê tê domandin.”

Parêzerên Ocalan rexne li desthilata Tirkiyê digirin, ku bi awayekî sîstematîk tecrîdê li ser muwekilê wan dimeşîne û dibêjin, heta tecrîd neyê bidawîkirin, pirsgirêk dê kûrtir bibe û niqaşên derbarê çareserkirina Doza Kurd de jî dê bê encam bin, ji ber vê yekê daxwaz dikin, “Divê tecrîd were bidawîkirin, hemû mafên birêz Ocalan teslîmî wî bên kirin û derfetê jê re çêkin da ku bikare gotina xwe bibêje.”

Ew çend roj in, li Tirkiyê mijara çareserkirina Doza Kurd bûye rojeva siyasetvan û partiyên siyasî û gelek daxuyanî li ser hatine dan û niqaşek germ li ser mijarê heye.

Beriya çend rojan di 19ê Îlonê de, Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ragihandibû, li Tirkiyê Pirsa Kurd heye û divê ew pirs bi aliyekî rewa re û di bin sîwana parlamentoya Tirkiyê de bê çareserkirin. Kiliçdaroglu, HDP wek muxatebê rewa di danûstandinên ji bo çareseriya Pirsa Kurd bi nav kiribû û gotibû, “Em dikarin bi HDPê re vê pirsê çareser bikin.”

Kiliçdaroglu, herwiha PKK û Ocalan weke muxatebên nerewa di danûstandinên ji bo çareserkirina Doza Kurd de bi nav kiribû û rexne li hikûmeta welatê xwe û Serokkomar Erdogan girtibû û gotibû, Erdogan bi Îmraliyê re ku aliyekî nerewa ye, danûstandin kir û ew karê wî şaş bû.

Berdevkê CHPê, Faik Oztrak jî diyar kiribû, bi aliyên ne rewa re Pirsa Kurd li Tirkiyê nayê çareserkirin.

Rayedarên niha û yên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li ser mijarê daxuyanî dan.

Destpêkê, parlamenterê HDPê yê Wanê Sezai Temellî bersiv dabû daxuyaniya Kiliçdaroglu û ragihandibû, muxatebê sereke ji bo gotûbêjkirin û çareserkirina Doza Kurd, Ocalan e. Lê belê paşê di daxuyaniyeke din de, Temellî ji gotina xwe vegeriya û diyar kir, wî tenê nêrîna xwe ya kesî gotiye û nêrîna wî ya derbarê mijarê de, ne girêdayî siyaseta HDPê ye.

Selahattin Demirtaş, hevserokê berê yê HDPê jî roja Duşemê 20ê Îlonê li ser mijarê peyamek li ser twittera xwe belav kir. Demirtaş di peyama xwe pêşwazî li helwêsta Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu kir û diyar kir, HDP muxateb e û HDP dixwaze Pirsa Kurd û hemû pirsgirêkên li Tikriyê bên çareserkirin.

Demirtaş, parlamentoya Tirkiyê wek cihê çareserkirina pirsgirêkan û di nav de Pirsa Kurd dibîne û dibêje: “Bi qasî ku ez dizanim, HDP daxwaz dike ku hemû pirsgirêkên Tirkiyê, di nav wan de jî Pirsa Kurd, çareser bibin, aktorek siyasî ya xwedî vîn e, û bê guman ew muxatab e. Navnîşana çareseriyê jî bi awayê xwezayî Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê ye.”

Hevserokê HDPê yê niha, Mithat Sancar jî roja 21ê Îlonê têkildarî mijarî axivî û got, Navnîşana çareseriya Doza Kurd parlamentoya Tirkiyê ye, lê belê nabe tu aktor bên paşguhxistin.