Letîf Reşîd: Ez ji berbijêriya Serokomariya Iraqê venakişim

Silêmanî (Rûdaw) – Letîf Reşîd ragihand ku ew xwe ji berbijêriya Serokomariya Iraqê venakişîne û ji bo vê yekê jî Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) agahdar kiriye û herwiha li gel aliyên Iraqî jî axiviye.

 

Encûmena Serkirdetiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hefteya derbasbûyî di navbera Berhem Salih, Mihemed Sabîr û Letîf Reşîd de bi dengdana veşartî, berbijêrê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê hilbijart. Berhem Salih 26 deng, Mihemed Sabîr 15 deng û Letîf Reşîd jî 1 dengek bi dest xistin.

 

Her çiqas Berhem Salih weke berbijêrê fermî yê YNKê hatiye destnîşankirin jî, Letîf Reşîd ku ji kadroya YNKê û hevlingê Celal Talebanî ye dibêje, ew xwe ji berbijêrkirina ji bo postê Serokomariya Iraqê venakişîne.

 

Letîf Reşîd ji Rûdawê re ragihand: “Çend meh berê çendîn dost û siyasetmedar û rêxistinên civaka sivîl ji min daxwaz kirin ku ez xwe ji bo serokomariyê bikim berbijêr, çimku ji min re digotin ku tu çend sal li Bexdayê bûyî û ez li gel cenabê Birêz Mam Celal bûm, min jî nameyek nivîsand ji polîtburoyê re şand û min daxwaza piştgiriyê kir û wan jî kêfxweşiya xwe nîşan dan.”

 

Li ser piştgiriya YNKê, Letîf Reşîd diyar kir: “Ez li gel serkirdetiyê axivîm, piraniya wan kêfxweş bûn ku ez xwe bikim berbijêr, lê piştî vegera Berhem Salih, ew berbijêr kirin weke berbijêrê polîtburoyê, lê min jî hevalên me yên li YNKê agadar kiriye ku ezê xwe bikim berbijêr.”

 

Letîf Reşîd tekez dike ku ew endamê YNKê ye û dê her endam jî bimîne, ji ber ku ji damezrandinê ve di nav YNKê de ye û baweriya wî bi bernameya ku Mam Celal daniye heye.