Rengîn Şero: Bavê min got keça min vegere, kengî bû Kurdistan were!

Duhok (Rûdaw) – Peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ku îro Asayişa Kantona Cizîrê êrişî wê kir, ragihand: “Tevî ku bavê min ji hêzên Asayişa Rojava re got, ku keça min ducanî ye, lê wan li min xist, ez rakişandim û kincên min qetandin.”

 

Îro pênşemî 22ê Îlona 2016, peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero ku bi mebesta serdan û dîtina dayik û bav û malbata xwe ji Başûrê Kurdistanê derbasî aliyê Rojavayê Kurdistanê bû, li aliyê deriyê Sêmalka rastî êrişa tundûtîj a hêzên Asayişa Kantona Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hat.

 

Hêzên Asayişa Kantona Cizîrê piştî bidawîkirina karûbarên rojnamevan û peyamnêra Rûdawê Rengîn Şero, yên yasayî û rêkarên pêwîst ên bo derbasbûna nav axa Rojavayê Kurdistanê, êrişî wê kirin û piştre bi zorê ew vegerandin aliyê axa Başûrê Kurdistanê û rê nedan ku ew derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe û serdana dayik û bav û kesûkarên xwe bike.

 

Piştî ku peyamnêra me, Rengîn Şero ji aliyê hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê ve bi lêdanê bo Başûrê Kurdistanê tê vegerandin, ji ber rewşa wî ya ducanî û têkçûna rewşa tendirustî û sayklojîka wê, ber bi bajarê Duhokê ve tê şandin.

 

Li bajarê Duhokê, peyamnêrê me Pêşewa Behlewî bo wergirtina zanyariyên li ser çawaniya çûbûna bûyerê û sedemên wê, xwe gihand Rengîn Şero û bûyer ji zarê wê ve veguhast.

 

Di destpêka axavtina xwe de , Rengîn Şero li ser rewşa tendirustiya xwe got, ku ew baş e, lê ji ber rewşa wê ya taybet (ducanî ye), ew bi xwe jî hêj baş nizane ka çi bi serê wê de hatiye û rewşa tendirustiya wê çawa ye.

 

Rengîn Şero got: “Ji ber ku rewşek min a taybet heye, heta ku ez serdana doktorekê nekim, ez bi xwe jî nizanim ez çawanim û çi bi serê min de hatiye.”

 

Rengîn Şero herwiha behsa çawaniya bûyerê kir û ragihand: “Ez derbas bûm, bavê min hatibû pêşwaziya min, hinek hevalên wî jî li wir bûn. Destpêkê hemû kaxezên min derbas bûn û tiştek nebû li aliyê kontrolê û asayiş. Piştre ku ez derbas bûm, hinek kesan ez nas dikirim û silav dikirin û bi xêrhatin dikirin. Ez derbas bûm, dema ku dîtin gelek kes li min kom bûne, şofêr ku min guman ji wî heye û kesek din jî min guman jê heye, ku ji bajarê min bû û ez baş wî nas dikim, ku ew berê Beisî bû û niha bi wan (Asayişê) re kar dike, tiştek gotin. Piştre şofêr hat û got, bila Rengîn peya bibe.”

 

Şero herwiha got: “Ez derbasî cem kesekî Asayişê yê bi navê Baz bûm. Derdora 1 saet û 30 xûlekan pirsyar li min kirin, bi şêwazek xweş diaxivî. Di dawiyê de ji min re got, ku gerek Asayişa Giştî ya Qamişlo biryarê bide. Ez derketim û hêzên Asayişê ji min re gotin, nabe ku tu derbasî Rojavayê Kurdistanî bibî û gerek tu vegerî û cihê te li wir nîne. Wextê wisa ji min re gotin, ez şok bûm û min gote wan ez navegerim. Eger ez îro vegerim, êdî ez nikarim bêm, ez navegerim.”

 

Şero axavtina xwe wiha dom kir:

 

“Ji min re dubare gotin ku divê tu vegerî. Dest bi kufriyan (axavtinên sixêf) kirin û min dengê xwe bilind kir, piştre 4 ji hêzên Asayişê ku 2 jin bûn, 2 jî zilam bûn, hatin. Ji yên jin re gotin, wê rakişînin, dema ku ez rakişandim, min ew tişt dît, ewa ku ez qet ji bîr nakim, eger ez welat jî ji bîr bikim, ez qet rondikên bavê xwe yê 62 salî ji bîr nakim.”

 

Rengîn Şero tekez kir, dema ku hêzên Asayişa Cizîrê ew bi zorê rakişandin, bavê wê gelek êşiyaye. Rengî da xuyakirin: “Di wê demê de bavê min got, keça min here, vegere, kengî bû Kurdistan vegere. Here bila sivikatiyê bi te nekin. Min got, sivikatî ji wê yekê mezintir nîne, ku yek rê nede tu here welatê xwe, ku ez dûrî welatê xwe bim. Cilê min dirrandin û ez suwarê otomobîlê kirim, 2 jin û 2 zilam. Ji min re gotin, her tu Erdoganî yî. Min ji wan re got, ka belgeyekê, sedemkê li ser min bêjin. Ji min re gotin, here tu Erdoganî yî, bila Tirkiye te vehewîne. Here bila Başûr ku Erdoganiyan dihewînin, te bihewîne. Min dîsan ji wan re got, ku bi kîjan belgeyî, hûn bi çi heqî rê li xelkê digirin, sivikatiyê bi xelkê dikin, bi çi heqî hûn nahêlin xelk derbasî welatê xwe bibe.”

 

Peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê di berdewamiya axavtina xwe de got, hevjîna wê di vê navberê de telefona wê kiriye, lê hêzên Asayişê telefon ji destê wê derxistine û dest bi reşkirina bernameyên nav mobaylê kirine.

 

Rengîn Şero herwiha destnîşan kir, xelkê li wir amadebûyî bi ti awayî newêrî ku tiştekê li ser wê reftara hêzên Asayişa Rojavayê Kurdistanê re bêjin.

 

Şero diyar kir, ku bavê min ji wan re got ku keça min ducanî ye, lê ew li ser reftara xwe ya tundûtîj berdewam bûn.

 

Şero tekez kir, ku wê tika kiriye ji ber xwedê wê berdin, lê endamê Asayişê jê re gotiye: “Ez ne Xwedê nas dikim, ne Quranê û ne jî Mihemed nas dikin. Ji min re tiştekê bêje ku ez nas bikim.”