Kurdî-Derê ji bo dibistanên kurdî serlêdana fermî kir
Amed (Rûdaw)- Ji bo dibistanên seretayî yên kurdî yên ku li Bakurê Kurdistanê 15 Îlonê îsal hatin vekirin û ji ber destûra wan a fermî nebûn hatin mohrkirin serlêdana fermî hat kirin.
Serokê Giştî yê Komeleya Pêşxistin û Lêkolîna Zimanê Kurdî (Kurdî-Der) Sebahattin Gultekin îro ji bo dibistana kurdî li parêzgariya Amedê serlêdana fermî kir.
Daxwaznameya ji aliyê Serokê Giştî yê Kurdî-Derê Gultekin ve hatî dayîn bal kişandiyê perwerdeya zimanê dayikê li hiqûqa gerdûnî û peymanên navneteweyî wek mafên zikamkî hatine temînat kirin.
Daxwazname ji bo perwerdehiya sala 2014-2015an a li Dibistana Seretayî ya Ferzad Kemanger ya li taxa Şeyh Şamil ya giredayê Baglarê hate dayîn.
Li Tirkiyeyê 15 Îlone xwedina sala nû dest pê kir û hat ragihandin li Amedê, Cizîrê û Geverê dibistanên perwedeya kurdî jî bidin dê bên vekirin.
Bi pêşengiya Kurdî-Derê li Amed, Şirnex û Colemêrgê sê dibistanên kurdî hatibûn vekirin.
Dibistana li navçeya Cizîrê ya Şirnex ya bi navê “Dibistana Berîvanê” hatî vekirin tomara 90 zarokan hatibû çêkirin.
Dibistanên li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatin vekirin di heman rojê de ji aliyê parezgariyan ve hatibûn mohrkirin.
Paşê li ser ve yekê bûyer derketibûn û gelek kes birindar bûbûn.
Seroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Şaxa Amadê Zubeyde Zumrut mohra deriye dibistanê jê kiribû û paşê jî cara duyem dibistan hatibû mohrkirin.