Tirkiyeyê êrişî Qamişloyê kiribû: Asayîşê daxuyanî da!

Hewlêr (Rûdaw) – Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser êrişa li Qamişloyê daxuyaniyek da.

Tirkiyeyê îro bi dronan êrişî navenda Hêzên Ewlehiyê ya Qamişloyê kir.

“Ziyana madî çêbû”

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê li ser vê êrişê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got:

“Êrişên artêşa Tirk a faşîst ên li ser herêmên me yên ku ewlehî û aramiya gelê me dike armanc berdewam dikin.

Dewleta Tirk îro bi rêya balafirên keşfê navenda hêzên me ya li bajarê Qamişloyê kir hedef.

Di encama êrişê de li avahiyê ziyana madî çêbû.”

“Şerekî derûnî yê”

Asayîşê destnîşan kir ku Tirkiye şerekî derûnî dimeşîne û berdewam kir:

“Ev armanckirin şerekî derûnî yê li ser gelê herêmê ye.

Artêşa Tirk bi rêya van êrişan dixwaze me ji pêkanîna erkên me yên li hemberî gel û herêmên xwe dûr bixe.

Lê îradeya me ya ji bo berxwedana li hemberî van êrişên ku ewlehî û îstiqrara herêmê xera dikin, ji her demê zêdetir û xurtir dibe.”