QAMIŞLO - Tirkiyeyê êrişî navenda Hêzên Ewlehiyê kir!

Hewlêr (Rûdaw) – Tirkiyeyê bi dronan êrişî navenda Hêzên Ewlehiyê ya Qamişloyê kir.

Li gorî agahiyan, droneke Tirkiyeyê avahiya navenda Hêzên Ewlehiyê ya li Taxa Enteriyê bombebaran kiriye.

Tê gotin ziyanên canî û madî hene lê agahiyên zelal nehatine bidestxistin.

Hêzên Ewlehiyê piştre derdora wê navenda ewlehiyê pêçaye û tedbîrên ewlehiyê wergirtine.

Doh jî Çiyayê Qereçoxê yê li Dêrika Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatibû bombebarankirin.