Nêçîrvan Barzanî: Em ji bo yekkirina Pêşmergeyan bi biryar in
Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî got, “Herême Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan û biserxistina reforman bi biryar e.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê yê Îraq û Sûriyeyê Kevin Leahy li hev rûniştin.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî û Kevin Leahy hevra ne ku DAIŞ heta niha jî li Îraq û Sûriyeyê metirsiyeke rasteqîn û cidî ye û bi berdewamî li aramî û ewlehiya herêmê gefan dixwe.
Hat ragihandin ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngî û pêwîstiya erkê Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon).
Barzanî û Kevin Leahy daye zanîn, ji bo tekçûn û nehiştina DAIŞê hevkariya Koalîsyonê ya bi Îraq û Pêşmergeyan re jî gelekî girîng e.
Herwiha pêvajoya “yekkirina Pêşmergeyan û reformên Wezareta Pêşmergeyan” jî mijareke din a civînê bû û hat gotin ku divê ev pêvajo û reform bigihin armanca xwe.
“Herême Kurdistanê bi biryar e”
Li gorî daxuyaniyê, Nêçîrvan Barzanî pesnê piştgiriya Koalîsyonê daye û gotiye:
“Herême Kurdistanê ji bo yekkirina Pêşmergeyan û biserxistina reforman bi biryar e.”
Li hêla din, “rûdanên dawiyê yên li herêmê” û “eger û encamên rewşa li Rojhilata Navîn” jî hinek ji mijarên civînê bûn.
Divê were gotin ku Wezîrê Pêşmergeyan û Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê jî beşdarî vê civînê bûne.