Du Dayikên Aştiyê di qezayê de mirin

Hewlêr (Rûdaw) – Du Dayikên Aştiyê dema ji Wanê vedigeriyan navçeya Geverê ya Colemêrgê di qezayekê de canê xwe ji dest da.

Dayikên Aştiyê Adalet Safalî û Sosin Akçelîk ji bo îfadeyê bi parêzerên xwe re çûn Wanê.

Ji ber ku dozger ne amade bû wan xwest vegerin Geverê.

Di vegerê de li ser rêya Gever-Wanê 10 kîlometreyan dûrî navçeyê otomobîla wan û barhilgirek li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê, yên parastina sivîlan û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di encamê de her du dayîkan canê xwe ji dest da û du parêzer jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê parêzerek bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û parêzer Cîhan Ozçelîk jî bir Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Wanê.