Li Hewlêrê Pêşmergeyek hat kuştin

Hewlêr (Rûdaw) – Li nahiyeya Herîrê ya Hewlêrê Pêşmergeyek hat kuştin.

Şevê din, nîvê şevê gule li Pêşmergeyê bi navê S.H. reşandin.

S.Hyê ku birîndar bû di rêya nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.

Berpirsê Ragihandinê yê Tenduristiya Şeqlaweyê ragihand ku ekîban cenazeyê S.H. şandiye tiba edlî ya Hewlêrê.

Li gorî agahiyan, S.H. ji ber pirsgirêka li ser zeviyan a ku serê çend salan e di navbera du malbatan de heye hatiye kuştin.