Li Çiyayê Agirî yekem berfa salê barî

Hewlêr (Rûdaw) - Li Çiyayê Agiriyê li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê yekem berfa barî û çiya bi berfê xemilî.

Barana ku li herêmê dibare, li serê Çiyayê Agiriyê ku li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê xala herî bilind e, vegerand berfê.

Çiyayê Agiriyê yê ku 5 hezar û 137 metre bilind e, ji serî û heya ciyê bi qasî 3 hezar û 500 metreyî bi berfê xemilî.

Li Bakurê Kurdistanê bi piranî berfa salê li Çiyayê Agiriyê dikeve. Li vir barîna berfê wekî pêşxebera zivistanê tê qebûlkirin.

Gelê herêmê piştî ku li serê Çiyayê Agiriyê berf dibare, dest bi tedbîrên xwe yên zivistanê dikin.