Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke: 25 bîrên avê dest bi kar kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke Sozdar Ehmed di dema beşdarbûna xwe di bultena demjimêr 07.00 a Rûdawê de ragihand, heta niha 25 bîrên ava projeya Hime dest bi kar bûne, 5 bîr berî 15 rojan û 20 bîrên din jî berî du rojan dest bi kar kirine.
Sozdar Ehmed di bersiva pirsekê de derbarê çima heya niha av negihiştiye Heseke, ragihand, pêwîste destpêkê lewitî û gemar xilas bibe lewra bo dema 72 seetan wê bêne bikaranîn, piştre wê bikevin xizmetê.
Derbarê 25 bîrên mayî li projeya Hime, ku bi xwe ji 50 bîran pêk tê, Sozdar Ehmed ji Rûdaw re got, kar bi wan de berdewam e û wê di demeke nêzîkî de ew jî bikevin xizmetê. Piştî bikaranîna her 50 bîran, wê her 10 rojan carekê av bigihe tevaya Heseke.
Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke herweha da xuyakirin ku ev proje tenê ji bo man û nemanê ye, ji ber ku 1000 m3 di saetekê de rêjeyeke kêm e.
Sozdar Ehmed herweha amaje bi wê yekê da ku ev projeya Hime alternatîv e hetya ku projeyên wan stratejîk amade bibin. Li gor Hevseroka Rêveberiya Avê li Heseke, projeya wan ya stratejîk wê di destpêka sala 2021ê de amade bibe û wê dema pirsgirêka Avê li Heseke namîne.
Derbarê gelo ava wan bîran bo xwarin û vexwarinê başe ya na, hevseroka Rêveberiya Avê dibêje, ku wan têsta wan 5 bîrên destpêkê çêkiriye û gelekî baş û ji bo xwarin û vexwarinê baş e lê 20 bîrên din, pêwîste 72 saet li ser re derbas bibin, heya ku bizanin baş ya na.
Ji roja 1ê Tebaxê ve, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê, ava wêstgeha Elok ji ser Hesekê û derdora wê bi temamî qut kirine.
Çalakvan û xelkê Hesekê bangewaziyê li civaka navdewletî û hemû rêxistinên navdewletî dikin, ku fişarê li ser Tirkiyê bikin, da ku ava wêstgeha Elok ya di bin destê hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar de berde.