Di 6 mehan de milyonek û 310 hezar geştiyar hatin Kurdistanê

Hewlêr (Rûdaw) – Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 6 mehên ewil ên 2018an de milyonek û 310 hezar geştiyar hatine Herêma Kurdistanê.

 

Berdevkê Desteya Geştiyariyê ya Herêma Kurdistanê Nadir Rostî amarên 6 mehên ewil ên 2018an ên li ser hatina geştiyaran belav kir û ragihand: “Milyonek û 310 hezar geştiyar di nava 6 mehên îsal de hatine Herêma Kurdistanê.”

 

Nadir Rostî diyar kir: “Ji wê milyonek û 310 hezaran geştiyaran, %82 ji bajarên jêr û navîna Iraqê, %13 ji Îranê û %5 jî ji welatên biyanî hatine Herêma Kurdistanê.”

 

Berdevkê Desteya Geştiyariyê Nadir Rostî li ser sedema kêmbûna hatina geştiyaran ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê bo Başûrê Kurdistanê destnîşan dike ku sedema vê yekê daketina nirxê dirava Îranê û zêdebûna rusûmatên derketina derve ya li ser geştiyarên wî welatî ye.

 

Herwiha girtina firokexaneyan jî weke sedemên kêmbûna geştiyarên biyanî bo Başûrê Kurdistanê diyar dike.