Cara ewil e roketên parastina asmanî gihîştin Rojavayê Kurdistanê
Hewlêr (Rûdaw) – Yekem car rokêtên parastina asmanî yên Avenger gihîştin Rojavayê Kurdistanê.
Rokêtên Avenger ên Amerîkî ku wekî “AN/TWQ – 1” tê naskirin, li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Hesekê li bargehên hêzên Amerîkayê hatin bicihkirin.
Ev rokêt heta 443 kîlometreyan diçin û balafiran dixînin xwarê.
Ew rokêt li ser wesayîtê leşkerî tên siwarkirin û bi rihetî ji cihekî dikarin ji bo cihekî din bêne birin û bicihkirin.
Ev yekemîn car e ev sîstema rokêtan ji Rojavayê Kurdistanê tê şandin.
Hevpeymanê sereke yê Amerîkayê li herêmê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ye û rayêdarên Amerîkayê bi xwe her demê wê yekê tîne ziman.
Tirsa Tirkiyeyê ew e ku ev çekên giran bikevin destê HSD û PKKyê.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogn got, çekên Amerîkî yên ku di destê PKK de hene bi zorê dikevin destê Tirkiyeyê.
Rokêta sîstema parastina asmanî Avenger (AN/TWQ-1)
- Sîstemeke parastina asmanî ya Amerîkayê ye
- Li dijî balafiran hatine çêkirin
- Heta 443 kîlometreyan diçe
- Li ser wesayîtên leşkerî tên siwarkirin
- Di sala 1989an de hatiye bikaranîn
- Giraniya wan 3 hezar û 900 kîlogram e
- Dirêjiya wan 4 metre 95 cm ye
- Leza wan 98 kîlometre ye
- Bi sîstema lazer kar dike û ji sedî 100 armanca xwe pêk tîne
📌Yekem car rokêtên parastina asmanî yên Avenger gihîştin #Rojava`yê Kurdistanê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) July 22, 2024
📌Taybetmediyên rokêtên Avenger ên Amerîkî ku wekî “AN/TWQ – 1” tê naskirin çi ne? pic.twitter.com/7E4JeDF7PW