Derbarê Baroya Amedê de lêkolîn hat destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, bi hinceta di daxuyaniya xwe ya derbarê êrîşa Zaxoyê de, “Artêşa Tirkiyê tawanbar kiriye” derbarê Baroya Amedê de lêkolîn da destpêkirin.

Baroya Amedê berî du rojan ragihandibû ku dê derbarê kuştina 9 welatiyên Iraqê yên li seyrangeha gundê Perex a ser bi navçeya Zaxo ya Herêma Kurdistanê ku rastî êrîşa Tirkiyê hatibûn de serlêdana dozgeriyê bikin. Piştî vê daxuyaniyê baro rûbirûyê gefên çend kanalên televizyonê û saziyan bû û li ser medya civakî jî ji aliyê hinek kesan ve gef li wan hat xwarin.

Li gor medya fermi ya Tirkiyê, Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ji ber daxuyaniya li ser êrîşa Zaxoyê derbarê rêveberiya Baroya Amedê de lêkolîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê, îdia kiriye ku Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê Twitterê parvekirinên “Tawanbarkirina Artêşa Tirkiyê” belav kirine.