Cotkarên zebeşên Amedê ji lêçûna zebeşan gilîdar in

Amed (Rûdaw) - Li Amedê werza çinîna zebeşên Amedê destpê kiriye. Li gor Rêvebirîya Çandiniya Amedê îsal li tevahiya Amedê nêzîkî 29 hezar donim erd de zebeş hatiye çandin û serê donimê 10-11 ton pêşbîniya berhem tê kirin. Zebeşên Amedê yên ku di sala 2009an de nîşaneya erdnîgarîyê girtiye bi tehma xwe şiklê bi qalindahiya qaçilê xwe berhemek taybet a axa Amedê ye her sal di meha Tîrmehê de tê çinîn û ji xeynî bajarên Bakurê Kurdistanê ji bo tevahiya Tirkiyê tên şandin. Lê weke cotkarên cûre berheman cotkarên zebeşan jî ji ber lêçûnên çandiniya zebeşan gilîdar in. Ew dibêjin yê ku kedek mezin dibînin ew in lê ew ji berhmên xwe pere qezenc nakin.

Li gundê Koşkê ya Sûra Amedê jî cotkar Evdirehman bi jin û zarên xwe û bi neviyên xwe re di bin kele kela germa Amedê de ji zeviya zebeşan ya ku bi mehan e pê re mijûl in ji bo firotinê berhemên xwe kom dikin.

Cotkar Evdirehman Demîr got “Di meha Nîsanê de em hatine vira. Erdê me 75-80 donim erd e. Me du sê pûlîx du sê kulfetor lêxist me çandiniya xwe kir. Dendik bihabûn me kîloya dendikan bi 11 hezarî kirî. Me tam 37 rojan qere çapa dayê. Hat ser firotanê kiloya zebeşan em dikin nakin bi zorê em bi 2 lîreyan difroşin. Ew jî kaliya yekemin. Pere nake. Ka îca em çi bikin. Em 8-9 kulfet in, emê bi vê çawa îdara xwe bikin.”

Ev zebeşên ku tên çinîn li barhilgirê tên barkirin û dê ji bo Dêrsîmê werin şandin û li wir werin firotin lê weke cotkar Evdirehman kes û karen wî jî ji ber lêçûnên berhemanînê dilgiran in ew di wê fikre de ne ku tevî ku zehmetiya mezin ew dikşînin bi giştî keda wan badil hewa diçe.

Cotkar Leyla Demir dibêje “Dema zarok nû tê dinyayê çawa tê xwedîkirin em eynî zarokek bi vî zebeşê re bûn me danî mezin kir heta vî çaxê.”

Cotkar Fatma Demir diyar kir “Welleh îsal ne baş bû. Em ji bihar de hatine, çapa wî çandinîya wî, me pir zehmetî dît. Zebeşên Diyarbekirê pir xweş in, super in lê bereketa wî tune. Nizanim îsal çima awha bû. Bê bereket bû, tehba me tev vala çû.”

Zebeşa Amedê ya ku di sala 2009an de ji aliyê Enstîtûya Patentê ya Tirkiyê ve nîşaneya erdnîgariyê wergirtibû û weke berhemek taybet a Amedê hatibû qeydkirin. Li gor Rêvebiriya Çandiniya Amedê îsal di nêzîkî 29 hezar donim erd de hatiye çandin.

Cotkar Adil Aydin got “Taybetiya zebeşa Amedê çi ye. Taybetiya zebeşa Amedê axa wî ye, hewa wî ye û tehba me ye. Ev zebeşa ji bilî Amedê li tu derî çênabe. Zemanê bere me vê zebeşê heta Kuweytê, Erebîstana Siûdiyê dişand. Vê neqlê jî zebeşên me li başûrê rojhilata Tirkiyê, li herêma rojhilata Tirkiyê û li Stenbol wan deran diçe.”

Her waha hersal di meha Îlonê de jî Mîhrîcana Zebeşên Amedê birêve diçe û pêşbaziya  zebeşên herî mezin tên lidarxistin. Di festîvala zebeşên Amedê de cotkarên ku zebeşa herî mezin berhemanîne tên xelatkirin.