ÇEWLÎG - Di navbera PKK û leşkerên Tirkiyê de şer derket

Hewlêr (Rûdaw) – li navçeya Cermê ya Çewlîga Bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên PKKê û hêznê ewlehî yên Tirkiyê de pevçûn derket. Li gor medyaya Tirkiyê di encama pevçûnê de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest da.

 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li navçeya Cermê ya Çewlîgê bi destê Fermandariya Cendirmeyê Navçeyê duh operasyonek li dijî gerîlayên PKKê hat encamdan.


Li gor daxuyaniyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di operasyonê de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.


Herwiha duh jî hatibû ragihandin ku 4 gerîlayên PKKê di encama operasyonekê de canê xwe ji dest  dane.


Derbarê bûyerê de heta niha PKKê ti daxuniyek nedaye.