WikiLeaks çawa behsa Rûdawê dike?

Hewlêr (Rûdaw) – Di belgeyên WikiLeaksê de ku çend roj beriya niha derbarê AK Partiyê de hatibûn weşandin, 27 caran behsa Rûdawê tê kirin. Di her 27 caran de jî Rûdaw weke çavkaniya nûçeyan tê amajepêkirin.

 

Di 5 belgenameyan de raporên mehane yên Nûneratiya Herêma Kurdistanê cîhdigrin ku taybet in ji bo dezgehên ragihandinê.

 

Bi armanca ku derbarê Başûrê Kurdistanê de nêrînek wan ê rontir hebe, Nûneratiya Herêma Kurdistanê lînkên nûçeyên beşa Îngîlîzî ya malpera Rûdawê ji bo medyayan dişîne.

 

Her 22 belgenameyên din jî derbarê sûdwergitina ji Rûdawê bi rêye google ne. grûpên nûçegehanên Tirkiyê nûçe û zanyariyên li beşa Tirkî ya malpera Rûdawê  ji bo hev dişînin.

 

Tora Medyaya Rûdawê bi tevê ku ev demeke hatiye damezrandin, bi rûmala pişeyî û bê alibûna xwe ve, kariye ji bo bidestxistina nûçe û zanyariyên taybet li her çar perçeyên Kurdistanê bibe cihê baweriya medyayên cîhanê û navendên biryardanê. Bi taybet jî medya û navendên biryardanê yên welatên rojava û Tirkiyê.

 

Ji bo dîtina encamên geriyanê li malpera Wikileaksê yên derbarê Rûdawê de, li vê lînka xwarê binerin:

 

WikiLeaks